Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êstêban Akîniyo: “Bêguman Xulamriza Qasimî endamê Spahah Quds a girêdayî Spaha Pasdaran e”

12:08 - 19 Hezîran 2022

Wezîrê Ewlehiya Paragoê, “Esteban Aquino”, li derheq yek ji binçavkiriyên balafira kompaniya “Mahan” a rejîma Îranê li “Arjantîn”ê yê bi navê “Xulamriza Qasimî” gotiye ku endametiya navbirî li Spaha Quds, ji aliyê dezgehên ewlehî yên welatên yekgirtî ve hatiye erêkirin.

Wezîrê Ewlehiya “Paragoa”yê “Esteban Aquino”, li derheq “Xulamriza Qasimî” gotiye: “Dema ku amadebûna Xulamriza Qasimî li balafira “Vênêzoêla”yê de hate erêkirin, bi lezgînî bi hemû dezgehên ewlehî yên welatên yekgirtî re huşarî hate dan û “Arjantîn û Orogoê” her zû bertek nîşan dan;” navbirî gotiye, “dewleta “Orogoê” îzna firîna balafira Vênêzoêlayî di esmanê welatê xwe de neda.”

Xulamriza Qasimî, balafirvan û berpirsê berê yê kompaniya esmanî ya “Qeshm Air” a girêdayî kompaniya “Mahan Air” a girêdayî Spaha Pasdaran e û guman li ser navbirî heye ku bi salan çek û hêz bo beşdarî li şerê navxweyî yê Sûriyê veguhastiye.

Spaha Quds a terorîst alîkariya girûpên terorîstî yên Amerîkaya Latîn dide û di wan welatan de mijûlê çêkirina fitneyan û geşedan bi terorîzmê ye û rejîma Îranê li danîna bomban û terora xelkê sivîl û cihûyan bi taybet li Arjantînê dosyeyek reş heye.