Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ev der Amerîka nîne û ev kesê erdê di bin lingê polîs de jî, Corc Filowîd nîne

11:50 - 23 Çirriya pêşîn 2020

Corcê reş pêstê Amerîkayî ku Elî Xamineyî rondikên heram û direvîn jêre dibarandin, Belkî evdera Îrana bela lêdayî û di bin zilm û sitema herî hovaneye rejîma îslamî bi rêberiya weliyê feqih deye.

Cinayetên ku di Îranê de û di bin sîbera reşe wê rejîmê de têne kirin, di çi cihekî wê cîhanê de nayêne kirin.

Ew keça ku di nava dest û pêyande, tenê çoye basê desdrêjî û bê keramet kirina xwe ji aliyê yêk ji berpirsên rejîmê bike, hun dibînin xistine çi halekê.

Nemirov û cinayetkarekê bi navê Ehmed Cihan nijadiyan berpirsê Heraseta palavtingeha Abadanê, seddrêjiya sîksî kiriye ser wê keçê ku di encamê de hamile bûye, ew keça roj reş çuye ku derdê xwe bêje wî cinayetkarî ku ew yêke aniye serê wê, hewşa Heraseta Palavtingehê de, çend binav polîs û jinên nêzîk Ehmed Cîhan nijadiyan, wê keçê digrin û bo mirinê lêdidin.

Lê ewa ku ji hemî tiştekê zêdetir wîjdana mirovayetiyê dihejîne, û ruyê hemî cinayetkarekê sipî kiriye, riftar û sivkatiya binav polîsane, ku hun dibînin çawan li ber çavê kamêrayê û bi kincê polîsan ve, sivkatiyê bi kerameta wê keçê dikin.

Bnêrin batumê destê polîs çawan li ser laşê wê keçê digerîne.

binêrin ew cinayetkare qîma wî bi bi wê hindê nayê, çawan bi destê xwe digre endamê sîngê wê keçê.

Binêrin çawan weke serkevtin û fethekî mezin, pê yê xwe dadinê ser sîngê wê keçê.

Ew keça qurbaniyê desdirêjiya sîksî ya cinayetkarekî rejîmê ye, ew keçe cinayetkar nîne.

Ew keça Erebên bê mafe di Îranê de, hem keramet û namûsa wê jê hate istandin, hem weke tawanbarekê kevte ber lêdan û kutana herî bêrehmane, hem careke dinê ber çawê kamêrayê sivkatî bi laşê wê hate kirin.

Ew cure cinayete tenê dikare ji aliyê rejîma îslamî ve bête kirin, tenê ew rejîmaye ku can û mal û namûsa netewên bindeste îranê , weke Ereb, Belûç, Kurd, Tirkemen û Azeriyan bi helal dizane.

Hekî Corc Filowîdek di Amerîka heye, rojane di Îranê de dehan Corc Filowîd hene ku mixabin dunyaya bi direvde parêzvanê mafê mirov, çavê xwe danane ser hev û guhê xwe girtine, ku ne dibîne û ne dibêhê.