Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asta ava gola Urmiyê 66 santî metr daketiye/ Rejîm ti behsek ji rewşa wê golê nake

12:07 - 8 Hezîran 2022

Rewşa gola Urmiyê bi qasekê xerab e ku ev heyamek e rejîm ti behsekê li derheq çareserkirina rewşa gola Umriyê nake û ev nêzî mehekê ye ku ti amarek li derheq asta av û qasa ava wê golê belav nekiriye.

Pêka amarên rejîma Îranê nêzî mehekê berî niha ava gola Urmiyê bi dana berheva digel sala derbasbûyî 66 santî metr ji asta ava wê daketiye û 1015 kîlometrên 2cî berfirehiya xwe jî, ji dest dabû lê piştî wê heyamê rejîma Îranê ti behsek di vê derheqê de neaniye gorê û ti amarek jî belav nekiriye.

Di meha derbasbûyî de Cihgirê Teknîkî yê Parastina Jîngeha Parêzgeha Urmiyê “Hucet Cebarî” di vê derheqê de gotibû: “Îsal bi sedema kêmbûna rêjeya barîna baranan û nebûna ava hewce, carek din rewşa gola Urmiyê xerabtir bûye û eger rewşa bêaviyê berdewam be dê beşa başûrê gola Urmiyê bi tevahî çik dibe.”

Gola Urmiyê di rewşek gelek xerab de ye û bi sedema kêmavî û kêmbûna rêjeya barîna baranan û kêmbûna herikîna ava rûbaran, ber bi zuhabûna yekcarî ve diçe, lê rejîma Îranê hewla perdepoşkirina zuha û çikbûna wê golê dide.