Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ew 6 rojin ku xwenîşandan li piraniya bajar û dewerên Xuzistanê berdewame

13:15 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2021

Gelê Ereb li parêzgeha Xuzistanê li derheq bê Aviyê dest kirine xwenîşandan û nerizayetiyê û ew 6 roje piraniya bajarên Başûra Îranê ku Ereb nişînin, berdewamin li ser nerizayetia xwe, rejîm jî bi hemî awayekê cehda tepeserî û mat kirina wan dide ku di encamê de heya niha çendîn xwenîşander hatine kuştin.

Gorî raporan, di heyamê wan 6 rojan de, xwenîşandanê li bajarê Ehwazê destpê kir, piştre geheşte bajarên Dizfûl, Bêhbehan, Sûsengird, Mahşehr, Xuremşehr, Abadan, Îze, Hemidiye, Kut ebdula, Şûşter, û gelek bajar û nawçên dinê.

Herwisa li gelek cihên dinê ye Îranê û xelkê bajarên dinê, bi nîşana piştewaniya ji xwenîşander û nerizayetiya gelê Erebê ehwazê, xwenîşandan kirin û bi dijî rejîma kevnepereste Axundî diruşm dan, Bo mînak roja Sêşemiyê le bajarê Tehranê xelkê diruşma “merg ber cimhuriyê îslamî” “merg ber Xamineyî” didan û piştewaniya xwe ji serhildana Xuzistanê dane xuyakirin.

Hêzên tepeserkare rejîmê li bajarên Xuzistanê de, xelkê xwenîşander didne ber gulleyan û gorî nûçeyan heya niha 3 kes ji xwenîşanderan hatine kuştin, Xelkê nerazî û xwenîşander jî bi armanca berewanî ji xwe bersiva hêzên rejîmê didin û îznê nadin ku her wisa wan bê deng û tepeser bikin, roja derbas bûyî li bajarê Mahşehrê xelkê piledarek ji hêzên rejîmê kuştin ku xelk dida ber gulleyan.

Gelê Erebê Xuzistanê ragihandine hekî hêzên rejîmê cehdê bikin ku xwenîşanderan tepeser bikin û xortên me bikujin, em neçarin bona xweparastinê, berewaniya rewa bikin û emê wan hêzane bigehînine cezayê wan.