Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ew bixwe Îranê perçe dike

19:12 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2021

Kerîm Perwîzî

Salanik e ku sîstema koloniyalîstiya şovênîstî ya hakil li Tehranê, hewila vê yekê dide ku netewên zilimlêkirî di Îranê de wekî çavkaniya gef û metirsiyê bo ser ewlehî û yekparçeyiya destçêkirî ya xwe nîşan bide û wisa bide zanîn ku ger ev sîstema koloniyalîstî ya şovênîstiye nemîne û biherife, tev netewe di Îranê de ku bi “eqwam” binav dike, her yek ji wan ser bi welateke bîhanî ne û bi pîlana wan Îran parçe û dabeş dibe.

Hem hikûmeta Pehlewî digot, hekî Şah nemîne Îran dibe Îranistan, yanî bi herifîna Îranê, Îran parçe-parçe dibe, hem jî rejîma Xumeynî ku domkerê sîstema Pehlewî ye lê bi şaşikê ve piropagendeya vê dike û kiriye, her cure tevgereke netewên zilimlêkirî bi destçêkiriyên dujminê Îranê binav dike û dibêje ger ev nîzame wate desthilata “Wilayeta Feqîh” nemîne, eva tev “eqwam” in ku bikirîgirtiyên Amerîka û Sehiyomnîzmê ne û Îranê parçe-parçe dikin.

Ev piropagenanane heta astekê bandor li sre bîr û hizra hin ji Farsên ku bi qewl xwe bi azdîxwaz nas dikin, daniye, ku di beşên hestiyar de amadeya vê yekê nînin ku piştevaniyê ji mafê mirovî yên netewên bindest di Îranê de bikin û dibêjin ku metirsiya parçebûnê çavnihêriya Îranê dike!

Ev bîra koloniyalîstî ya şovênîstiye heta astekê berfireh bûye ku kesanek wek Dariyûş Humayûn peyda bûne ku digotin, ger Komara Îslamî bikeve metirsiya herifînê û jinavçûnê, amade ne çekê hilbigrin û berevaniyê ji rejîma Xamineyî bikin!

Dema ku rejîma Şah hate herifîn, Îran nebû bi ew Îranistana ku metirsiyan bas jê dikirin û netewên nav Îranê jî cuda nebûn û ji vê aliyê dinê jî desthilateke tepesrekar ji Pehlewî xirabtir hate ser kar û hemû evên ku ji tirsa parçebûna Îranê de bûn, pişta Komara Îslamî girtin û bo tawankirina rejîma xwe ya berê hêncet dianîn û bixwe jî kevtine ber tîxeya celadên Cemaranê û ger piştî mirinê zanîbin ku kevtibûne di nav çi xeyalekê de!

Çend roj e ku xelkê netewa Ereb a Ehwazê, bi sedema tînîbûnê û krîzên kelekbûyî hatine ser şeqaman û hawara mafên xwe dikin, lê rejîm dûbare mijûlê belavkirina xeyala metirsiya parçebûna Îranê ye da ku rewatiyê bi tawan û kuştina Ereban di bajarên Erebnişîn de bide!

Lê ya ku bi kiryar di gorê de ye, eva ye ku Xamineyî û desthilta wî ya qirêj, Îran parçe-parçe kirine. Ev sîstema koloniyalîstiya şovênîstî ye ku nan li Kurdistanê biriye û av bi ser Ehwazê de daxistiye û hejarî di Belûçistanê de çandiye û bêhnkêşan bi ser Tirkemensehrayê de qut kiriye û sivikatiyê bi nasname û nîşanên Tirkên Azerî dike û bi kiryar mijûlê cudakirina netewên bindest di Îranê de ye.

Eva netewên bindest nînin ku Îranê parçe-parçe dikin, belkî kiryar û siyasetên Xamineyî û bandên celad û gendelên wî ne ku netewên bindest neçar bi helwestê dikin, û neteweya Fars jî ger dixwaze bi azadî di Îranê de bijî, divê ji xeyal û wehmê bê derê û rastiyan bibîne, hekî ne paşeroj dê curek din bê şikilgirtin û ev hekî na bo sedan salên din di hesreta paşerojê de bijîn!