Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ew çend Roje Ava parek ji Gundên Nawçên Enzel û Somayê qut bye

12:02 - 16 Şibat 2020

Pêka raporekê ku ji Urmiyê we geheştiye me, ewa serê 5 Rojane Tiransa ser Embara Avê li Gundê Sakan xirab bûye, ku heya niha çi Îdareyeke Av û Berqê bi meqseda çareserî û çêkirina Tiransê serdan nekirine.

Li wê derheqê de jî Xelkê wan 2 Nawçane bi hegera barîna Befrê û rabûna Bagerê û herwisa nebûna alavên hewce, nekarîne serdana wî cihî bikin û kêşa bê Aviya xwe çareser bikin.

Barîna befra zêde û dakevtina pila Hewa û qerisîna erdê, di wan çend rojên derbas bûyî de gelek pirskirêk bo xelkê anîne pêş.

Li Rojhilatê Kurdistanê Riya sedan Gundan bi hegera kevtina Befra giran û tejî bûna Şapên ser riyan , heya nihajî qutin û xelk hebxwe pê Merik û Bêrikan dest dikne wekirina Riyan.

Li Nawçên Xoy , Maku, Selmas, Serdeşt , Pîranşehr, û yên dine Riya zaf Gundan qute û gelek astengî bo xelkê çêbune.

Ew çend roje Riya çendîn Gundên nawça Serdeştê hatine girêdan û xelik ji wekirina riyan ji aliyê rejîmê we bê hivî bûne .

Li Gundê Naristê ku çend kes Nesax hebûne , xelkê Gund bi meqseda gehandina wan nesaxan bo nawendên pizişkî hebxwe ew çend roje li cehda wekirina Riya wî gundî dene û dibêjin me çend caran daxwaz jî , ji rejîmê kiriye, lê heya niha kes bo aliyê mewe nehatiye.