Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ew hilbijartina ku bi bê leşkerên Amerîkayî birêve çû

13:47 - 10 Gulan 2014

Şehab Xalidî

Roja 30’ê Nîsanê 20 milyon û 437 hezar û 712 kesên ku mafê dengdanê hebûn, li jêr çavdêriya çavdêrên biyanî û Îraqê, û bo yekemîn car piştî sala 2003’an bi bê amadeyiya leşkerên Amerîkayî di Îraqê de, rû li sindûqên dengdanê kirin, da ku 328 nûneran, bişînin parlemênta Îraqê. Ji koma van 328 nûnerên parlemênta Îraqê, Kurdan jî mafê şandina .. nûneran bo parlemênta Îraqê hebûn.

Hejmara berbijaran bo parlemênta Îraqê, 9 hezar û 32 kes bûn ku ji wan, 2 hzar û 607 kes jin bûn. Hevdem di gel hilbijartinên parlemênta Îraqê, hilbijartina Civata Parêzgehan jî di Kurdistanê de birêve çû.

Bê guman bo gelê Kurd, ku di vê qonaxa hestiyar de, li jêr zext û givaşa Bexdayê, bi taybetî li ser pirsa şandina petrola Kurdstanê bo derveyî Îraqê de ye, beşdarîkirina berçav ya wan di hilbijartinê de,nîşaneya hest bi berpirsayetîkirina wan di hemberî pirsên çarenûssaz de bû. Jiber ku vê gavê hewce ye ku Kurd li ser pisên stratejîk û neteweyî, wekî madeya 140, û çareserkirina pirsa şandina petrola herêma Kurdistanê bo derveyî welat, yekdeng û yek helwest bin. Yek helwestiya li ser pirsên herî giring ên stratejîk û neteweyî, di vê qonaxa xebata wan ya siyasî û parlemanî de, şêweyek ji xebatê û dirêjiya xebata wan ya bi salan ji bo azadî, demokrasî û mafê neteweyî ye.

Lê li ser asta Îraqê bi giştî, bi taybetî zêdetir di dema hilbijartinê û hewlên bo pêkanîna deshilateke nû di Îraqê de, nîgeraniyek hebûye ku ew jî astê destêwerana Komara Îslamiya Îranê di nava karûbarên Îraqê de ye. Bitaybetî niha ku hêzên Amerîkayî di Îraqê de nemane, û kirîzek bi navê kirîza Sûriyê heye. Ji mînakên berçav ên destêwerdanên Îranê di karûbarên Îraqê de, hewildana Îranê bona pêkhatina hevalbendiyeke bihêz ya Şîe piştî sala 2003’an, û herwisa zextxistina li ser partiyên nizîk bi xwe û bi taybetî cemaeta Sedr di parlemênta Îraqê de, da ku dest ji dijayetî û hewil dan bona li ser kar avêtina Malikî dest hilgirin. Herwisa pêkanîna hevalbeniyekê ji aliyê Malikî ve di gel rêkxirawa Bedr, di hilbijartinên herêmî ên sala 2013’an de, ku ji cemaeta Ebdulhekîm veqetiyabû, û ji aliyê Îranê ve dihate piştevanîkirin, mînakek din ya nifûza Îranê di Îraqê de ye.

Ku wisa bû Komara Îslamiya Îranê, yek ji wan deshilatên dijî demokrasiyê ye, ku hewil dide bi piştevaniya madî û me’newî, û bi mifahwergirtina ji dostatiya xwe ya dîrokî û siyasî di gel hinek ji partiyên bi bandor di qada siyasî ya Îraqê de, di rastaya qazanc û berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar bîne. Lê em hêvîxwaz in ku di parlemênta vê carê ya Îraqê de, ew qas parlemantarên cesûr û nîştimanperwer hebin ku dilê wan bo serbixweyiya welatê wan, û ji bo demokrasiya welatê wan bişewite, ku pêşîgirtina ji destêwerdanên Îranê di nava karûbarên welatê wan de, yek ji karên herî giring ên wan be.

Ji aliyekî din ve, heya wê demê ku hikûmeta nû pêk nehê, îmkana xiraptirbûna rewşa ewlehiyê, û destêwerdana neyarên azadî û demokrasiyê di nav karûbarên Îraqê de zêdetir e, lewra berjewendiya tewahiya Îraqiyan di bilez pêkanîna hikûmetê û zêdetir karkirina bo cihgirkirina ewlehiyê di vî welatî de ye. Jiber ku ji bilî Îranê gellek deste û girûpên reng bi reng ên terorîstî çê bûne, ku her aliyek dixwaze çarenûsa xelkê belengaz ê Îraqê, ber bi asoyeke tarî û nediyar ve bibe.

Lê bi giştî beşdariya berçav ya xelkê Îraqê di vê hilbiartinê de, serbarê çendîn karên terorîstî û teqînên ku pêk hatin, nîşaneya têhnêtiya xelkê vî welatî bo azadî, demokrasî û ewlehî û xizmetgozariyê ye. Lewra wan nûnerên xwe bo çar salan hilbijartin û ji niha şûnde ewê di benda kar û xebata nûnerên xwe û deshilata nû ya demokratîk bin. Hekî ew deshilat bikare çavnihêriyên xelkê xwe bi cih bîne, bê guman ew yek wê ne tenê bi dilê Îraqiyan, belkû bi dilê hemû azadîxwazîn, herêm û cîhanê jî be, lê berevajiyê vê yekê dikare rê ji pêşiya jiyaneke pirr dijwar bo Îraqiyan veke, ku ew yek, ne di berjewendiya Îraqê, û ne jî di berjewendiya herêmê de dibe, û deshilatdarên Îraqê, wê li hemberî, xelkê xwe û li hemberî dîrokê de, berpirsyar bin.