
Serê sibêdeha roja Duşemî 3ê Cozerdanê “Bêhzad Mehmûdî” penaberê siyasî û xelkê bajarê Bokanê yê ser bi Rojhilatê Kurdistanê, ku li ber deriyê ofîsa nûneratiya Saziya Netewêyên Yekgirtî li bajarê Hewlêrê, agir berdabû cesteyê xwe bi sedema kûrahiya birînên xwe li nexwşxaneya “Îmêrcênsî” canê xwe ji dest da.
“Bêhzad Mehmûdî” roja Sêşemî rêkevta 28ê Banemerê, li ber deriyê ofîsa nûneratiya Saziyê Neteweyên Yekgirtî (UN) li bajarê Hewlêrê li derheq bersivnedana “UN”ê bi daxwaziyên wî girev girtibû û bo nişandana nerizayetiyê agir berdabû cesteyê xwe û bi rêjeya %90 cesteyê wî şewitîbû.
“Bêhzad Mehmûdî” endamê Saziya Xebat a Kurdistana Îranê ye.