
Ewlehiya karmendên dermanxaneyan yên bajarê Kirmaşanê di bin gefê de ye û renge bêkar bimînin.
Roja Înê, 13ê Çirriya Paşîn, Serokê Sendîkaya Karmendên Dermanxaneyan, “Burhan Areş” li derheq ewlehiya kar ya karmendên dermanxaneyan got: “Me ewlehiya kar tinîne û bi belavbûna vîrûsa Koronayê, rewşa me di metirsiyê de ye; Hejmarekî zêde ji karmendên dermanxaneyan bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê û daketina dahata dermanxaneyan bêkar mane”.
Herwisa navbirî ragihand: “Karmendên dermanxaneyan piştî 3 mehan ji destbikarbûnê têne bîmekirin û heqdestên wan 1 milyon û 700 hezar tumen li her mehê de ye, ku kêmtirîn heqdesta fermî ya “Wezareta Kar” e û ji vergirtina heqdesta Koronayê jî bêpar in”.
“Burhan Areş”got: “Me ti hêviye bi xizmetkariyên dewletê re nîne, lê hewce ye karmendên dermanxaneyan li despêka kar bêne bîmekirin.
Karmend û kedkar li Îranê de di bin givaşa hejarî û tinebûna hewcehiyên serekî yên jiyanê de ne, tevî ku ewlehiya kar tinînin, bi sedema paşhatên belavbûna vîrûsa Koronayê û xemsarî û neşiyana berpirsên rejîma Îranê, ewlehiya canî jî tinînin û rewşa jiyana civakî, malbatî û kesîn ya wan jî rastî aloziyan hatine.