Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ewropa amadeyê terhrîmkirina Îranê ye

12:21 - 11 Adar 2021

Wezîrê Derve yê Firansê, “Jean-Yves Le Drian”, daye zanîn ku, Ewropa amade ye, kes û damezraveyên binpêkerê mafê mirov li Îranê, tehrîm bike.

Roja Çarşemî 10ê Adarê, Wezîrê Derve yê Firansê “Jean-Yves Le Drian”, tevî nîşandana nigeraniya xwe li derheq rewşa mafê mirov bi taybet azadiya gotin û azadiya ragihandinan di Îranê de, daye zanîn ku Ewropa amade ye dorpêçan li ser Îranê danê.

Herwisa digel zêdebûna şikayetan li dijî rejîma Îranê di dadgehên Amerîkayê de, ku bûne sedema baskirin ji çendîn doseyên cinayetan ên berpirsên rejîma Îranê li derveyî welat, Amerîkayê 2 lêpirsên ser bi Spaha Pasdaran a terorîst yên bi navên “Elî Himmetiyan û Mesûd Sefderî” bi lî stê reş yên binpêkerê mafê mirov zêde kir.

Amerîkayê tekezî kiriye ku prosa givaşxistin li ser rejîma Îranê bi hemû awayekî li derheq encamdana tawanan û binpêkirina mafê mirov li Îranê, dê berdewam be û Amerîka bi hevkariya hevpeymanên xwe dê bernameya lipeyketin bi kiryarên wiha dê bihêztir bike.