Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ewropa nigeran e ku şer di navbera Îran û Amerîkayê de dest pê bike

11:52 - 18 Çirriya pêşîn 2020

Girîngtirîn nigeraniya Ewropayê di mehên bê de eve ye ku tuntirkirina dorpêçan li ser Îranê ji aliyê Amerîkayê ve bibe sedem ku şerê leşkerî di navbera Îran û Amerêkayê de biqewime.

Roja Şemî, 17ê Çirriya Pêşîn, cihgira Birêveberê Bernameya Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa di Şwreya Pêwendiyên Derve yê Ewropayê, “Êlî Giranmaye”, bi belavkirina goterek derheq bi dawîhatina tehrîmên cebilxaneyî ya Saziya Navnetewî li dijî Îranê daye xuya, ku bi desema çendîn mijaran wekî pisgirêkên siyasî û aborî, pêşî ji Îranê digre ku Îran bikare çekên pêşketî bikire.

Herwisa “Elî Giranmaye” daye zanîn, ku heta sala 2023an Ewropa dê xwe ji ticareta çek digel Îranê biparêze û Firanse, Alman û Birîtaniya hewl dane ku digel Amerîka lihevhatinek bikin û ew hewldane jî, pêştir ji  biryara yekalî ya Amerîka bona berdewamiya tehrîmên cebilxaneyî li ser Îranê bû.

Herwisa “Êlî Giranmaye” daye zanîn: “Girîngtirîn nigeraniya welatê Ewropayê di mehên bê de eva ye ku tundtirkirina tehrîman û dorpça Îranê ji aliyê hêzên Deryayî yên Amerîka bona givaşa herî zêdetir li ser komara Îslamî ya Îranê ye ku dikare bibe sedemê şerên leşkerî di navbera Îran û Amerîkayê de ku êdî nayê kontrolkirin.