
Piştî êrîş bo ser kilîsayekê di bajarê Îss di Feransayê de, wê carê Kilîsayekî din li bajarê Viyen a Utrîşê kevte ber êrîşê, di encamê de çend kes di vê êrîşê de hatine kuştin û birîndarkirin.
Li gorî ragehandina wezareta navxwe a Utrîşê di vê êrîşê de çend kes hatine kuştin û çend kesê din jî birîndar bûne.
Polîsê wî welatî ragihandiye, aliyê kêm 14 kes di vê êrîşê de birîndar bûn e.
Nûçegihaniya “ Roytêrz” ê belavkiriye, êrîşber çend kes bûne, û polîsek jî bi dijwarî birîndar bûye.
Utrîş ev bûyere bi kiryarekî teroristî li hesibandiye û armanca wê êrîşê perestingeha cihûyan di vî welatî de bûye.
Welatê Utrîşê ragehandye, 6 êrîş di vê welatî de hatine encam dan.
Welatên Ewropayî ev êrîş bi tûndî şermezar kirin û ragehandine ku ti cihek bo kerb û tundûtîjiyê di Ewropayê de nîn e.
Roja derbas bûyî Da`eşê berpisayetiya wê êrîşê kêşa ustê xwe.