
Çend welatên Ewropayê derheq damezrandina santirîfiyûjên nû û pêşketî yên rejîma Îranê hişdarî dane wê welatê.
Feranse, Almaniya û Birîtaniya, roja Duşemî 17`ê Sermawezê, hişdarî dane Îranê ku damezrandina Santirîfiyûjên nû û pêşketî û herwisa gellaleya meclisa Şêwreya Îslamî metirsiyeke bo karê dîplûmasiyê.
Wan welatane di daxuyaniyeke hevpar de dane zanîn ku hekî Îran derheq dîplûmasiyê micid e, nabe wan pêngavan biavêje.
Ajansa Navnetewî ya Vêzeya Navkî di raporekê de ku “Reuters”ê baskiriye, gotiye ku Îran dixwaze sê dezgehên nû ji santirîfiyûjên pêşketî yên bi navê “IR-2M”, di damezraweya Etomiya xwe ya Netenzê de dabimerzîne.
Pêka rêkkevtina “Bercam”ê, rejîma Îranê îzn heye tenê santirîfiyûjên siriya yekem a “IR-1M” bikar bîne ku nikara meyandina Uraniyomê bi awayekî tun pêşve bibe.
Feranse, Alman û Birîtaniya gotine: “Ew zaniyariyên ku wê dawiyê Îranê dane Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî, basa wan sê deztgehên pêşketî yên santirîfiyûjên nû di damezraveya Netenzê de nekiriye û eva jî dijî rêkkrvtina “Bercam”ê ye û cihê nigeraniyê ye.
Wan sê welatan gotiye ku, ew çalakiya Îranê hewla me bo mana Bercamê ji nav dibe û ew derfeta girîng a ku hatiye pêş bo karê dîplûmasî û ya hatina ser kar a dewleta nû ya Amerîkayê, dêxe metirsiyê.