
“Facebook”ê hisabên bikarhênerî yên sexte li 8 welatan ku hisabên bikarhênerî yên “Îxwan El-Muslimîn” jî li xwe digre bi sedema belavkirina sîstematîk ya zaniyariyên sexte daxistiye.
Roja Înê, tora cvakî ya Facebookê ragihand, ku 7 torên cuda ji hev yên bikarhênerî yên “Facebook” û malperên sexte yên wê tora cîvakî li “Îran, Efxanistan, Misir, Tirkiye, Miyanmar, Merakêş, Gurcistan û Ukrayn”ê, bi sedema karên sexte û rêkxistinkîrî, bi yekcarî daxistiye.
Tora civakî ya “Facebook”ê ragihand, di wî karî de, nêzî 8 hezar malper yên girêdayê kempêna “reftarên sexte yên rêkxistinkirî” daxistiye.
Herwisa tora cîvakî ya “Facebook”ê ragihand: “Kesên girêdayê “Îxwan El-Muslimîn” a Misir, ku birêveberiya girûpên Rojhilata Navîn li stuyê wan e, toreke bikarhênerî û malperên “Facebook” di “Misir, Tirkiye û Merakêş”ê de bi rê ve dibin ku malperên welatên deverê bi mijarên girêdayê terorîzmê dikin bi armanca xwe.
Herwisa “Facebook”ê 2 torên sexte li “Gurcistan”ê eşkere kirine ku mijarên siyasî belav kirine û pêka “Facebook”ê yek ji wan toran ji aliyê kesên girêdayê 2 partiyên siyasî ve têne bi rê ve birin.
Heta niha çendin hisabên bikarhênerî yên tora civakiya “Facebook” a berpirsên rejîma Îranê û hêzên girêdayê rejîma Îranê bi sedema belavkirina mijarên sexte û banghêjî bona terorîsm û tundûtîjiyê ji aliyê “Facebook”ê ve hatine daxistin.