Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Facebook” û “Instagram”ê çendîn hesabên bikarhêner ên girêdayê Deng û Rengê rejîma Îranê daxistin

11:57 - 6 Gulan 2020

Kompaniya “Facebook”ê daye zanîn ku Saziya Deng û Rengê rejîma Îranê ji sala 2011`an ve bi bikaranînan sedan hesabên bikarhêner ên sexte di nav torên civakî de hewil daye ku di welatan de li derheq rejîma Îranê zaniyariyên nerast belav bikin.

“Facebook”ê di rapora xwe ya mehane de daye zanîn ku, heya niha 118 rûpel, 389 hesabê Facebook”î, 27 girûp û 6 hesabê “Instagram”ê yên girêdayê deng û rengê rejîma Îranê daxistiye.

Rejîma Îranê bi berdewamî hewil daye ku nifûza xwe di nav torên civakî de zêde bike.

Di sala 2018`an de Nûçegihaniya “Reuters”ê di raporek xwe de dabû zanîn ku, girûpeke operasiyonî di bajarê Tehranê de zêdeyê 70 Websaytên ku jêr çavdêriya mediyayên Îranê de çalakî dikirin bikar dianî da ku bi awayekî dizîve piropagendê rejîmê di nav zêdetir ji 15 welatan de berfireh bike. Yek ji wan operasiyonên piropagendeyî bi awayekî xirab bandor li ser Wezîrê Berevanî yê Pakistanê danabû ku navbirî gef ji Îsra`îlê dixwar ku dê wî welatî bi bombeya Etomî bike armancê xwe.

Lewma tora civakî ya “Facebook”ê wan rûpel û ekantan, bi metirsîdar dizane û bi berdewamî wan dadixe.