Tora civakî ya “Facebook”ê, rûpela Press TV a girêdayê rejîma Îranê bi sedema binpêkirina yasayên “Facebook”ê, bi yekcarî dayxist.
Roja Înê 26ê Adarê, “Facebook”ê rûpela Press TV a girêdayê rejîma Îranê ku bi zimanê Ingilîsî weşanê xwe li ser tora civakiya Facebookê belav dikir, bi yekcarî dayxist û ragihand, ku bi sedema berçavnegirtina yasayên wê tora cîvakî, ew bi yekcarî hatiye dayxistin.
Sala derbasbûyî, “Press TV” bi sedema binpêkirina yasayên tora civakiya “Facebook”ê bi heyamekî kin hatibû dayxistin.
Di sala derbasbûyî de, Facebookê tora nûçegihaniya Press TV, Spotnîk a Rûsiyê û nûçegihaniya Çînî ya bi navê “Şînhowa”yê bi ragihandinên hukûmî bi nav kiribû û ragihandibû ku, dê rêgîrî ji banghêjiyên wan di Amerîkayê de bike.
Torên civakiyên wekî “Twitter, Instagram û Google”ê çendîn caran rûpelên “Press Tv”ê bo heyamên demkî dayxistine.
Rejîma Îranê bi armanca belavkirina siyasetên xwe yên şerxwazane û geşadan bi terorîzm û belavkirina îdeolojiyên xwe yên çewt, mifaheke xirab ji torên civakî werdigre ku, çendîn caran malper û rûpelên girêdayê rejîma Îranê di wan torên civakî de, hatine dayxistin.