
Tora civakiya “Facebook”ê rûpela Facebook a “PRESS TV” a rejîma Îranê ku bi zimanê Îngilîsî tê belavkirin daxist û pêka gotina “PRESS TV”, bê agehdarkirina berê û bê dana her zaniyarî û rohnkirinekê rûpela wan hatiye daxistin.
Roja Sêşemî 12ê Kanûna Paşîn, “PRESS TV” ragihand ku tora civakiya “Facebook”ê, bê agehdarkirin û bê rohnkirinekê, rûpela wan a “Facebook”ê daxistiye; “PRESS TV” ku televîzyoneke Îngilîsîziman a rejîma Îranê ye ku li ser torên cîvakî jî weşanên xwe belav dike, wê televîzyonê nûçeya daxistina rûpela xwe ya “Facebook”ê bi rêya tora civakî ya “Twitter”ê re ragihandiye.
Ragihandin û midyayên girêdayê rejîma Îranê bi caran ji aliyê torên civakî ve hatine daxistinê, li destpêka demsala Bihara sala derbasbûyî, “PRESS TV”yê ragihandibû ku kompaniya “Google”ê , bê agehdarkirina berê, hesabên bikarhênerî yên wan li çendîn torên civakî wekî “YouTube” û “Gmail”ê ragirtibûn.
“PRESS TV” bi caran ji aliyê rojnamevanên serbixwe û çalakên medenî û siyasî ve, wekî hevkarê navendên ewlehiya rejîma Îranê hatiye binavkirin.
Herwisa “Navenda Berpirsayetî ya Çavedêrî li ser Mîdyayên Elektronikî” li Birîtaniyayê, bi rawestandina derfetnameya çalakî û qutkirina ferekansên weşana “PRESS TV” li ser setelayta “Sky” deng daye.