Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fa`êze Haşmî: Îbrahîm Re`îsî tenê nîsanokeke di destê komek mirovên din de

16:44 - 11 Kanûna Paşîn 2022

Roja Dûşemî 20`ê  Befranbarê “Fa`îze Haşimî” nûnera berê ya meclisa rejîma Îranê, û herwisa keça “Ekiber Haşmî Refisencanî” ye, di hevpeyvîna digel “Dîdebana Îranê” de got, “Îbrahîm Re`îsî”, serkomarê rejîmê tenê nîsanokeke, di destê hin kesên ku di pişt perdeyê de, dewletê îdare dikin.

Fa`êze Haşimî “ku xwe di eniya dijberên Beyîta rêberê Îranê de dibîne”, wusa hesab dike ku, “Re`îsî ” tenê amûreke ku komek kesên din pê dilîzin. û wî bixwe ti ezimûneke kar û birêveberiyê tune ye.

Pêka gotina “Fa`êze Haşimî”, para nizamî, bi tevahî dest bi ser dewletê de girtiye û tev postên weke, parêzgar, walî û heta bexşidaran jî, tev xwediyê derbaziyên leşkerîne.

Wê nûnera berê ya meclisa rejîmê, bi rexnekirina siyasetên destêverdan yên rejîma Îranê , wusa dide zanîn ku, destêverdanên Îranê di Sûriye û Yemenê de, bûye sedema kuştina sedan hezar kesî, û Îranê jî dest avêtiye bi kuştina muslimanan.

Karnas li ser vê baweriyêne ku, ev gotegotên keça Haşimî tenê, hewldanek bo standina pişka xwe ji şoreşê, û ev ne xemxwarê xelkê Îranê ye.