Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Faize Haşimî daxwaz kiriye ku Spaha Pasdaran li lîstê dorpêçên Amerîkayê de bimîne

18:18 - 18 Nîsan 2022

Roja Yekşemî 17ê Nîsanê, keça “Elîekber Haşimî Refsencanî” ya bi navê “Faize Haşimî”, tevî rexnegirtinên tund ji Spaha Pasdaran, gotiye: “Take rêya zivirandina Spaha Pasdaran bo nav padiganan, mana Spaha Pasdaran li lîstê dorpêçên Amerîkayê ye.

Herwisa “Faize Haşim” gotiye: “Derkevtina Spaha Pasdaran ji lîstê dorpêçan bi qazanc û berjewendiya xelkê nîne”.

Navbirî tevî îşarekirin bi êrîşa mûşekiya Spaha Pasdaran  bo ser bajarê Hewlêrê gotiye: “Ev yekem car e ku Spaha Pasdaran bi hinde erşkere êrîş dike ser welatekî cîran, berê Spaha Pasdaran bi rêya milîsên çekdar li deverê û di welatên cîran de encam didan.

“Faize Haşimî” di berdewamiya gotinên xwe de bas kiriye ku êrîşa rasterast a mûşekî ya Spaha Pasdaran li ser Hewlêrê, vê rastiyê dide selimandinê ku mijara Spaha Pasdaran, yek ji astengiyên serekî yê ser rêya danûstandinên navkî ye.

“Faize Haşimî” berê jî pîştevanî ji siyaseta “givaşa herî zêde” ya Serkomarê berê yê Amerîkayê “Donald Trump” kiribû û bi hizra wê, divê Spaha Pasdaran dawî bi pirsgirêk û aloziyên ku li deverê çê dike, bîne”.

Helwîsta “Faize Haşimî” di halekê de ye ku kesên rexnegerrên rejîma Îranê, evqas zîrek nînin ku li navxweyê Îranê wiha rasterast êrîşî ser Spaha Pasdaran bikin û daxwaza mana wê rêkxirawê li nav listê dorpêçên Amerîkayê de bikin.