Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fars biryarê li ser hûnermendên Kurd didin

10:54 - 26 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Hûnermendên Kurd ji bo avakirina navendên pewerdehiyê yên  Sazên Kurdî, dibe li hemberî Farsekê de, bên cerbandin û îzina avakirina navenda pewerdehiyê ya Mozîkê weribigirin.

Di yasa Wezareta Çand û Îrşad a rejîma Îranê de, hûnermendên neteweyên din yên Îranê li beşa mozîkê de ji bo wergirtina îzina danîna navendên perwedehiyê yên mozîkê dibe herin bo Tehranê û wir bên cerbandin û ji aliyê nûnerê vê Wezaratxaneyê ve bên pesend kirin.

Her div ê pêwendiyê de çendîn hûnermendên Kurdistana Rojhilat  ji malpera “Kurdistanmedia”yê re ragehandine ku, daxwaza îzina danîna navendên hînkirin û perwerdehiyê a mozîka Kurdî kirin, û ji aliyê îdareya Çand û Îrşad a bajarên ve,  ji van re hatiye gotin ku hûn dibe herin bo bajarê Tehranê  û bo cara yekem a mozîkê  wir bên cerbandin, û piştre nûnerê vê wezaretxaneyê  eger pê baş be îzina avakirina navenda hînkirin û perwerdehiyê ya mozîkê bide.

Li gorî gotina van hûnermendên ku nexwastine navên van eşkere bin, her yek ji van sazên ku hatine diyarîkirin van şarezariya tewaw derheqê van de hene, sazên wekî, Temûre, Def û Kemançe, ku sazên Kurdî ne û reha van di dîrok û çanda Kurdistanê de heye, lê ev hûnermendane neçar kirine da ku li hemberî kesekê ku ne Kurd e bên ceribandin û ev kese jî renge tu şarezariyek derheqê mozîka Kurdî de tu nebe û biryarê li ser hûnermend û mozîka Kurdan de dide.

Xaleke  ku cihê îşare kirinê  heye van hûnermendane bas ji vê kirine ku, lijneyek ku Wezareta Îrşadê pêk aniye  ji bo cerbandinê wiha ye: Nûnerekê vê wezaretxaneyê, jenyarekê Fars û melayekî Ayniy e ku, di warê hûnerê de tu yek ji van nikarin li ser mozîkê bi taybet mozîka Kurdî biryarê bidin.

Herwisa gotine ku ev lijneya bi rengekî tewaw bi dilê xwe û eqîdetî biryarê dide, û hemû caran ji bo jenyarên Kurd pirsgirêk û arîşeyan dirust dikin û egere selahzanîna avakirina navenda hînkirin û perwedehiya mozîkê  ji Kurdan re didin, û van neçar dikin da ku çûn û hatina bajarê Tehranê bikin, û ev serdana xerceke zêde bi xwe digire û hindek ji van hûnermendên Kurd şiyana  dana vê xercê tinînin û dev ji wergirtina îzinê berdidin.

Ev kiryara rejîma faşîst a Îranê li pêxema ji nav birina dîrok, çand û mozîka Kurdî li asta Îran û deverê di warê hevrengbûna saz û dezgehên mozîkê, bê rikeber in û piraniya mozîkvanên Kurd, cih û pêgehên cîhanî hene.