Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Faşîzm di kincê çep de

22:08 - 22 Nîsan 2019

Kerîm Perwîzî

Bîr û hizra çep di bingeha xwe de pêk hatiye ji rexnegirî û li pey dadwerîketinê, lewra jî berdewam bîr û hizra wekhevîtiya di navbera mirovan de, û bi taybetî wekheviya neteweyan, ji xemxwarinên çepeke rastîn bûye. Lê di heman demê de rewt û pêvajoya ji rê derketinê hebûye, ku bi berçav xwe wekî çep nîşan daye, lê hekî em bi hûrî dikevin nava  kûrahiya bîrkirin û bilêvkirinê, ew yek faşîzmek e ku di kincê  çep de xwe veşartiye.

Di destpêka desthilat bidestvegirtinê ji aliyê rejîma Xomêynî ve hinek rêkxirawên çep hebûn ku seranên wan rêkxirawan di bin navê şoreşgertiyê de palpiştiya stemkariyên rejîma Wilayeta Feqîh dikirin, û riya serkutkirina gelan û bi taybetî gelê Kurd bo celadên Cemaranê xweş dikirin, û piştî çar dehikan ku bi ser vê dîroka tal re derbaz dibe, hindek ji paşmayiyên vê bîrokeyê ku bi berçav çep û di naweroka xwe de faşîstî ne, niha jî bi navên cur bi cur, her hêcetan bo berdewamiya deshilatdariya rejîma tawanbar ya Wilayeta Feqîh tînin.

Paşmayiya Rêkxirawa Fedayiyan rewta bi nav “Ekseriyet”, ku 40 salan berî niha diketin pêş pasdaran bo serkutkirina xelkê, niha jî li ser bingeha kerb û kîna xwe ya kevn li Kurdistan û PDKÎ, daxuyaniyan diweşînin, û xembarî û perîşantiya xwe ji helwestên PDKÎ eyan dikin, û ew ji vê yekê daxdar in ku PDKÎ ragehandiye ku Spaha Pasdaran terorîst e!

Ew kesane ku di vê heyama dawiyê de, navê rêkxirawa xwe guherîn bo Hizba Çep ya Îranê (Fedayiyê Xelq) wisa dixuye ku hêşta jî di vê cîhanê de du dijminan nas dikin, Amerîka û PDKÎ, û di demekê de ku Spaha Pasdaran dixin nava rêzbenda girûpên terorîstî de, ew bîr ji azarên xelkê ku ji dest Spaha Pasdaran de kêşandine nakin, belku tenê li pey hêcetekê digerin bona êrîşkirina li ser PDKÎ.

Di daxuyaniya pirr ji şerm ya xwe de, ku di 23`ê Xakelêweyê de weşandin, daxdariya xwe derheq helwesta PDKÎ eyan dikin, û bi dûr û dirêjî dixwazin ku vê kerb û kîna xwe ya dîrokî û paşxana faşîstî ya xwe di pêxema dildariya yekalî derheq Spaha Pasdaran di bin navên din de veşêrin.

Di daxuyaniya Hizba bi nav Çep ya Îranê de hewl hatiye dan ku dildariya xwe bo faşîzma Spaha Pasdaran veşêrin û hemû tawanan bixin stûyê Amerîkayê de, ku şerfiroş e û kêşeyan bo Îranê pêk tîne, û hêcetên bê navik bo helwestên xwe tînin.

Lê di hinek ciyan de bîrokeya xwe ya faşîstî derdixin, û di beşeke daxuyaniyê de dibêjin ku daxwazkarê vegerandina Spaha Pasdarn bo nav “padgan”an (binkeyên leşkerî) û helweşandina Spaha Quds in! Di rastî de bas ji hilweşandina Spaha Pasdaran û dadgehîkirina seranên Spahê û herifîna vê rejîmê nakin, wisa diyar e ku tenê kêşeya wan digel Spaha Quds e.

Di dawiyê de jî bi ew qasê bêşermî ve, bi terorîstnasîna Spaha Pasdaran şermezar dikin, ku ew yek kinceke reş ya din ya dîrokî ye ku di karnameya vê bîrokeya bi berçav çep lê di koka xwe de faşîstî dimîne.

Hewldan bo domdarbûna temenê rejîmê beşdarbûn e di hemû tawanên rejîma Komara Îslamî de.