Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“FBI”ê xelata destbiserkirina Wezîrê dewleta Talibanê bi 10 milyon Dolar zêde kir

11:47 - 9 Îlon 2021

Talibanê endamên kabîneya dewleta nû a Efxanistanê diyarî kir. Polisê Fedral ê Amerîkayê xelata diyarîkirî bo destbiserkirina “Seracedîn HeqanΔ, kesê ku wek Wezîrê dewletê ji aliyê Talibanê ve hatiye diyarîkirin, du beranber kir.

“FBI”ê berê bi sedema rola “Seracedîn Heqanî” di operasiyonên terorîstî de, bo her şêwe zaniyarî derheq wî û destbiserkirina wî 5 milyon Dolar xelat diyarî kiribû.

Ew xelate piştî vê ku navê rêberê tora “Heqanî” di nav lîsteyê endamên kabîneya dewleta Talibanê de hate xuyakirin, bi 10 milyon Dolar hate zêdekirin.

Di malpera Polîsê Fedral ê Amerîkayê de daxuyaniyek hatiye belavkirin ku di wê daxuyaniyê de hatiye, her kesek ku derheq Siracedîn Heqanî zaniyariyên nû bi dest xistin, bi ofîsa “FBI”ê an jî bi nêzîktirîn balyozxane yan konsolgeriya Amerîkayê di welatên cuda de bidin.

Pêka wê daxuyaniyê, Siracedîn Heqanî, di êrîşa “January” sala 2018an a ku li ser hotêleke Kabulê hate kirin û bo sedema kuştina 6 kesan û nemaze kesek hevwelatiyê Amerîkayê, wek hevahenker beşdarî kiribû.