Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fedrasiyona Navnetewî ya Rojnamevanan, gefên dadwerên Îranê li ser rojnamevanan şermezar kir

11:27 - 27 Gulan 2021

Fedrasiyona Navnetewî ya Rojnamevanan daye zanîn, di Îranê de ku nêzê hilbijartinên Serkomarî dibin, rojanemevan rastî gazîkirin û huşdarîdana dadwerî hatine. Wê Fedrasiyonê gef û azara rejîma Îranê li ser rojnamevanan şermezar kir.

Antonî Bilangir, Sekreterê Fedrasiyona Navnetewî ya Rojnamevanan (IFJ), di vê derheqê de got: “Eva mînakek din ji şêweya mifahwergirtina dewleta Îranê ji sîstema hiqûqî bo serkuta dengê serbixwe di welat de ye.”

Hefteya borî mediya û torên civakî dane zanîn, ku serperestê Dadseraya Ferheng û Mediyayî, di pêwendiya telefonî digel piraniya rojnamevanan û çalakvanên mediyayî, ji wan xwastiye ku ti gotarekê li dijî berbijêrên Serkomarî, di mediya û torên civakî de belav nekin.

Spaha Pasdaran a terorîst jî, bi gefxwrin û gazîkirina çalakvanan di Îranê de, sozname ji wan wergirtiye ku li dijî berbijêran û hilbijartinê dernekevin û pêbend bin.