Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Felaketa bi sedema koronayê di Îranê de

13:34 - 20 Tebax 2021

Mirna bi sedema tûşbûna bi vîrûsa koronayê di Îranê de roj bi rojê zêdetir dibe û rejîma Îranê jî ew tirajîdiyaya mirovî pişt guhê xwe ve havêtiye

Roja 19ê Tebaxa 2021 an, hate ragihandin ku hejmara kesên ku bi sedema koronayê canê xwe jidest dane, nêzî 700 kesî bûne.

Piştî wê facia mirovî, Elî Xamineyî rêberê rejîmê, hate ziman û got: bila deshilatdarên welat ewa destê wan tê bikin bona pêşî girtin ji wê nesaxiyê.

Ew gotina Xamineyî di demekê de ye ku xelkê Îranê şexsê Xamineyî bikujê sereke yê xelkê Îranê dizanin ku li dema xwe de Xamineyî bi biryarekê hawirde kirina Vaksêna bîhanî ji wan ya Amerîka, Firanse û Birîtaniya bo Îranê qedexe kir.

Herwisa Xamineyî ku bi çavê xwe dibîne merasimên Miheremê li her derê Îranê bê berçavgirtina xwe parastinê, bi rêve diçin, dikare bi biryarekê qedexe bike.

Dijminayetiya Xamineyî digel xelkê Îranê û bêkifayetiya deshilatdarn bûye sedem ku rojane Hezaran kes ji xelkê bibne qurbanî.

Gorî raporên xudî rejîmê, dermanê xwe parastinê nemaye, Sêrom û Derzî li nexweşxanan de nemaye, li tu nexweşxaneyekê de text bo nexweşan nemaye, Vaksen tunîne, xelk pêre nagîjin goran bo miriyan bikolin, sedxanan de cih nemaye miriyan danêne tê da.

Zêrevaniya mafê mirov ragihand ku fermana Xamineyî, sedemê berfirehtir bûna koronayê li Îranê de bû, ku wisaye xamineyî berpirsê kuştara xelkê Îranê ye.