Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Felsefeyek bo jiyanê

19:30 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2022

Kerîm Perwîzî

33ê salan berî niha, bi destdirêjiya dil reş, xwastin ku xebateke xwînavî li tijî serbilindî, bê ser bikin, da ku dest bi ser peykerê neteweyekê de bigrin, herwisa di bin berdevka dîplomatîk de, li ser maseya bi navê gotûbêjê bi çekê amade bibûn û Dr.Qasimloyê rêber û hevalên wî terorkirin da ku bi vê xwasta biyom, mejiyê neteweyekê belav bikin û axa vê dagîr bikin û herwisa îrade, nasname û xeyalên wan jî dagîr bikin.

Li heyama 33 salan de, tevî vebîranîna rêber Dr. Qasimlo, biqasî li warên kesayetî, hizr, raman û dîtingeha Dr.Qasimlo de hewl hatine dan, û dê behs jê bê kirin, da kuneviyên îro û paşerojê hinek di vê derheq de bizanin lê,  ev behskirinên han demekê ku xwandineke giştîtir û çarçovedartir û armancdartir de nebin, bi lawazî û netevahî derdikevin.

Naskirin û behskirin li derheq Dr.Qasimlo yê rêber de tenê ev yek nine ku, behs ji rola rêberatiya wî di nav Partiya Demokrat de bê kirin, çawan tenê behskirin ji rola rêberatiya wî di nav xebata neteweyî ya Kurd de nine. Behskirin li derheq Dr.Qasimlo de, nikare tenê behs ji xwe hezkirin û rêbaza xwe fîdakirin li pêyxema armancên bilind yên neteweyî de be, çawan ku nabe tenê behs ji zanabûn û şarezabûna wî di siyaset û zanista nasîna civakê de be.

Behskirin li ser Dr.Qasimlo nikare tenê behs ji dewra wî di girêdana xebata Kurd bi xebata beşên din yên Îranê be, çawan ku nikarî tenê behs ji rola Dr.Qasimlo di nêzîk kirina xebata beşên cuda yên Kurdistanê bikî. Behskirin li derheq Dr.Qasimlo de, nikare tenê behskirin li zanaya wî li warên aborî siyasî û raçandina pilanê bo birêvebirina aboriya welatekê be, çawan ku nabe tenê behs ji dîplomatbûn û şarezaya wî li derheq çend zimanan û nûnerê rasteqîne yê gel bûn û gihîştin bi navendên girîng yên dîplomatîk, bona nasandina pirsa neteweya Kurd be.

Behskirin li ser Dr.Qasimlo nikare tenê li ser kesayetiyekî rêberê ku dikare saziyek û partiyekê rêberî bike, çawan ku nikarî tenê behs ji rola Dr.Qasimlo di pêgihandina takan di nav Demokrat de bikî. Nabe tenê behs ji dîtingeha Dr.Qasimlo bo paşeroja civakê û dirustkirina xeyal û hêvî û armancan bo neteweyekê bikî, çawan ku nikarî tenê behs ji hûrgiliyên bûyerên jiyana rojane ya mirovan bikî ku Dr.Qasimlo bi çi şêwazî wate dida bi wan bûyerên hûr û pêngavên piçûk yên her mirovekê bo jiyanek bextewertir ku behs dike.

Nikarin tenê behs ji girîngîdan û nirxa bilind ya azadî, îradeya serbixweya tak û sazî, mafê wekhevî û heta bo neteweyekê, nirxa mirovî ya wekheviyê bo jinan û amadebûna wan li tevgera giştî ya civak û siyasetê de, behs ji nirxa bilind û wateya kûr ya şehîd, behs ji dadperwerî û civaka dadperwerî, behs ji hezkirina nîştiman, hezkirina jîngehê, rêzdanîn bo kesayetiya takan, dewra rêberîkirin, ber bi pêşvebirina xebat û herwisa jiyana mirovan,

Şêwaza parastina dîrok û şûnwaran, girîngiya kultûr û çand û herwisa destkevtên kultûrî yên Kurd û pirsa girîng a zimanê Kurdî û perwerdehî bi şêwaza neteweyî û dehan tiştên din bikin, weke tenê rehendên hizra Dr.Qasimlo. Belkû bi serxistina tewav ya wan behsan û darêtina beshê weke giştîbûnekê digihîjin bi vê gotina dawiyê ku,

 “Kiryar, pêngav, hizr û ramana Dr.Qasimlo felsefeyek in bo jiyanê, bo yên ku jê fêm dikin.”