Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Feranse, Alman û Birîtaniya: Bernameya navkiya rejîma Îranê gef e li ser ewlehiya cîhanê

17:43 - 8 Hezîran 2022

Di daxuyaniyeke hevpar a sê welatên “Feranse, Alman û Birîtaniya”yê de ku bo Şêwraya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî hatiye şandinê  tê de hatiye: “Bernameya Navkiya Îranê pêşkevtî ye û li ser ewlehiya navnetewî bûye gef”.

Herwisa di vê daxuyaniyê de hatiye ku rejîma Îranê asta meyandina Uraniyomê bilindtir kiriye û bi şêwazekê li çeka navkî nêzîk bûye.

Di vê derheqê de Yekîtiya Ewropayê gotiye: “Em nigeranê vê ne ku Îran bigihîje meyandina Uraniyoma gelek zêdetir ji vê asta ku rêkevtin li ser hatiye kirin.

Herwisa Nûnerê Amerîka daxwaz ji Şêwraya Hukam kiriye ku êdî nabe Îran ti basekê ji rakirina dorpêçan bike, çimkî ti pêwendiyek bi bernameya navkî re nîne.