Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Feransê hevwelatiyên xwe di welatên Îslamî de haydar kirin

10:54 - 28 Çirriya pêşîn 2020

Piştgîriya “Emmanuel Macron” Serkomarê Feransê ji weşandina karîkatorên Pêxemberê Îslamê ji aliyê belavoka “Şarlî Ebdu” ve, bû sedema bertek û hesasiyeta bavermendên Ola Îslamê di zaf welatan de.

Wezareta Derve ya Feransayê ji hemû hevwelatiyê xwe ku di welatên Îslamî de ne, xwast ku haydar bin û xwe dûr bigrin ji xwenîşandan û kombûnên nerizayetiya Îslamiyan, di vê derheqê de û bila pêbendê rênimayîyên balyozxanên Feransê di wan welatan de bin.

Bi taybetî di daxuyaniya Wezareta Feransê de ji hevwelatiyên xwe di welatên Endonêzî, Bengladêş, Îraq û Morîtaniyê de daxwaz kiriye ku gelek haydar bin.

Di encama berteka welatên Îslamî di hember nerîna Makron ji wê karîkatorê, parlemana Pakistanê daxwaz ji dewletê kir ku balyozê xwe ji Feransayê vexwîne.

Herwisa Firansayê jî bi nîşana nerazîbûn ji helwêsta tund a Erdoxan ê Serkomarê Tirkiyê, balyozê xwe ji Tirkiyê vexwand.

“Jirar Dêrnên” Wezîrê Navxwe yê Feransayê herduk welatên Tirkiyê û Pakistanê, bi destêverdan di nav kar û barê navxweyê Feransê de sûçdar kirin.