Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Feranse: Îran divê bi zûtirîn dem bizavire ser danûstandina navkî

11:11 - 29 Îlon 2021

Nûçegihaniya “Reuters”ê roja Sêşemî 28`ê Îlonê daye zanîn, berpirsek payebilind ê Ofîsa Serkomariya Feransayê gotiye, “Îran dibe bi zûtirîn dem û bi bê kuştina dem bizavire ser danûstandina navkî”.

Wî berpirsê Feranseyê ku navê wî nehatiye belavkirin, bi “Reuters”ê re daye zanîn, “Îran nikare berê vê ku bê ser maseya danûstandina Viyenê mercan danê, belkî mercên ser maseya danûstandinê rohn in”.

Danûstandina narastevxwe ya di navbera Îran û Amerîkayê ya derheq rêkkevtina bombeya navkî di meha “June”ê de berî hatina serkar a Îbrahîm Reîsî wek Serkomarê rejîm Îranê hate sekînandin.

Zilhêzên Rojavayî ji Îranê daxwaz kirine ku bizavire ser danûstandina navkî û wan gotiye dem di halê tevavbûnê de ye.

Piştî derbasbûna sê meh bi ser sekînandina danûstandina Vîyenê, rejîma Îranê bi awayekî bilez mijûlê çêkirina bombeya navkî ye, û pêka gotina karnasan û pêka raporta Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî, mewdaya rejîma Îranê bi gihîştina bombeya navkî gelek kêm e û belkî di heyamek kêm de, ew rejîme bigehe bombeya navkî.