Feransê jî wekî welatên Amerîka, Birîtaniya û Kanadayê ji xelkên xwe re ragijhandiye ku bi sedema nebûna ewlehiyê, xwe ji serdan bo Îranê biparêzin.
Rejîma Îranê bo bandorxistin li ser biryarên welatan, xelkê wan welatan li jêr navên cuda yên wekî sîxurî bi taybet bo Îsraîlê binçav dike û hewl dide wan kesan wekî karteke givaşê li dijî welatan û rizgarkirina terorîstên xwe ji wan welatan bikar bîne.
Heta niha çendîn welatên wekî, Swêd, Amerîka, Birîtaniya, Kanada û çendîn welatên din û di vê dawiyê de Feransê jî, ji xelkê xwe re bi taybet hevwelatiyên ku nasnameya Îranê jî hene ragihandine ku serdana Îranê nekin.