Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Feranseyê, rejîma Îranê derheq îdamkirina zarokan şermezar kir

12:47 - 28 Nîsan 2020

Wezareta derve a Feransê îdamkirina zarokan ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir.

Roja Duşemî, 27`ê Nîsanê, Wezareta Derve a Feransê, îdamkirina zarokan ji aliyê rejîma Îranê ve, şermeazar kir û da xuya ku, “Şayan Se`îdpûr” ku li 22`ê Nîsanê û “Mecîd Îsmaîlzade” li 19`ê Nîsanê, hatibûne îdamkirin, temenê wan di dema binçavkirinê de kêmtir ji 18 salan bûye.

Konvansiyona Navnetewî a Mafê Zarokan (Convention on the Rights of the Child), ku rejîma Îranê yekek ji wajokerê wê Konvansiyonê ye, îdam kirina zarokan qedexe kiriye.

Wezareta Derve ya Feransê, di 27`ê Nîsanê de, gotiye: “Ew îdamkirinane li dijî pêbendbûnên bi biryarên Navnetewî ye, bi taybet dijî Konvansiyona Navnetewî ya Mafê Zarokan e ku Îran yek ji wajokerê wê konvansiyonê ye”.

Rejîma Îran hemû yasayên navnetewî binpê dike û ne mafê mirovahiyê bo wê rejîmê girîng e û ne jî biryarên Konvansiyona Navnetewî ya Mafê Zarokan.