
“Ferde Xan Cemîl Paşa”, keça “Wecdî Cemîl Paşa” û neviya welatperwer û navdarê Kurd “Cemîl Paşa”, di 70 saliya xwe de li bajarê “Istenbol”a Tirkiyê çû ser dilovaniya Xwedê.
“Ferde Xan Cemîl Paşa” ku nêzî 20 sal bû li bajarê Hewlêra Herêma Kurdistanê dijiya, Xwedêjêrazî bi sedema nesaxiya penceşêrê nêzî çend roj berî niha ber bi Tirkiyê ve çûbû û li yek ji nexweşxaneyên Istenbolê de hatibû razandin û her bi sedema nesaxiya penceşêrê koça dawî kir.
Malbata “Ferde Xan”ê ji avakirina Xûybûnê tevî malbata Bedirxaniyan ve bigire heta avakirina Komara Kurdistanê û paşê jî di şoreşa Başûrê Kurdistanê de, di dîroka tevgerên Kurdistanê de xwedî rol û pêgehek xuya û birûmet bûne.
“Wecdî Cemîl”, bavê Ferde Xan, tevî Qedrî Cemîl di merasima ragihandina Komara Kurdistanê ya sala 22-01- 1946`ê li Mihabadê beşdar bûn. Paşî hingê “Wecdî Cemîl” wekî fermandeyekî Komara Kurdistanê xizmet kiriye û di şerekê de jî birîndar bûye.
Ferde Xan jineke rewşenbîr, welatperwer û karsaz bû û di nav jinên Kurdan de wek kesek naskirî û navdar û welatperwer dihate naskirin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi koça dawî ya “Ferde Xan”ê xembar e û sersaxiyê dibêje xizim, malbat û kesûkarên Xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.