Pizîşk û kadirên nexweşxaneya bajarê Bokan ê ragehandine, ku fermandarê rejîmê li Bokanê û “ Qesîm Osmanî “ nûnerê Meclisa rejîmê gotine, me hewcehî ji bo nexweşxaneya bajarê Bokanê dabîn kirine.
Yek ji pêrsonêlên nexweşxaneya bajarê Bokanê bas ji wê yekê dike û dibêje, qesên “ Qesîm Osmanî, û XûsrewPûr” fermandarê bajarê Bokanê rast nîne.
Di Bokanê de eger çi ku hewcehiyên pizîşkî di nexweşxaneyan de tunînin, heta masik jî destnakewin.
Fermandarê bajarê Bokanê ji xelkê xêrxiwaz re gotine ku , me hewcehî bi alîkariya we tunîne û nexweşxanê hebxwe hamû alaw û hewcehiyên pizîşkî hene.
Di heyamê rojên derbasbûyî de xêrxiwazên bajarê Bokanê hewcehiyên pizîşkî bo nexweşxaneyê kirîbûn ku piştre ew alaw û emrazên hewce, di bazara reş de hatibûne firotin.