
Kurdistanmedia: Fermandarê Besrê ragehand ku rejîma Îranê berdewam maddeyên muxedir digel barên din dişîne Îraqê
Televîzyona El-erbeiye ragehand ku beşeke girîng ji qaçaxa mewadên muxedir û bi taybetî Şîşe ji aliyê rejîma Îranê û digel barên pêlav û cilûbergan bo Îraqê têne şandin.
Her vê çavkaniyê ragehandiye ku rejîma Îranê û Spaha Pasdaran bi vê qaçaxa maddeyên hişber pereyeke baş bi dest dixin
Rejîma Îranê herwisa li gora raporan berdewam hewl dide ji bilî ciwanên Îraqê, ciwanên Kurdan di Başûrê Kurdistanê de jî tûşî bikaranîna maddeyên hişber bike.
Heya niha çendîn carî li sînorên Herêma Kurdistanê û Îranê û bi taybetî di derwazeyên fermî de, maddeyên hişber di destê Îraniyan de hatine girtin, û gellek karnasên siyasî ser vê baweriyê ne, ku armanca rejîma Îranê ew e ku ciwanên Kurdan jî wekî ên Kurdistana Rojhilat tûşî vê bedbextiyê bike.
Rejîma Îranê wan siyasetên xwe bi riya girûpên curbicur di Îraqê de peya dike. Yek ji wan girûpan Heşda Şe`ibî ye, ku destê rejîma Îranê di avakirina wê de hebûye, û dixwaze bi riya wê girûpê ve armancên xwe di Îraqê de bipêke.
Her di vê derheqê de hatiye ragehandin ku ew kesê ku Trump wekî balyozê Amerîkayê daniye Îraqê de, kesekî gellek tund e û wê hewl bide pêşiya nifûz û destêwerdana rejîma Îranê di Îraq û Sûriye û herêmê bi giştî de bigre.