Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandarê parastina “Xamineyî” û “Beyta Rehberî” li ser kar hat derxistin

12:08 - 26 Hezîran 2022

Pasdarê terorîst “Îbrahîm Cebarî” ku berpirsê parastina rêberê rejîmê “Elî Xamineyî” bû, li ser kar hat derxistin û li şûna wî pasdarê terorîst “Hesen Meşrû`îfer” hat dest nîşankirin.

Berpirsê Peywendiyên Giştî û Berdevkê Spaha Pasdaran a terorîst “Remezan Şerîf” di hevpeyvîna  digel nûçegihaniya“ISNA” a girêdayî rejîmê îşare bi dest nîşandkirina “Hesen Meşrû`îfer” li şûna “Îbrahîm cebarî”  bona fermendehîkirina parastina “Elî Xamineyî û beyta rehberî” kiriye.

“Îbrahîm Cebarî” ji sala 1389`an ve wekî fermandarê spaha parastina “Elî Xamineyî” û beyta rehberî bû û navbirî yek ji cihgirên “Husên Ta`îb” li serdema berpirsayetiya wî li hêza besîc de bû ye.

Pêka zaniyariyan, spaha parastina “Xamineyî û beyta rehberî” zêdetir ji 12 hezar hêza leşkerî heye.

Herwisa çend rojan berî niha jî, berpirsê  îtila`ata Spahê, “Husên Ta`îb” li ser kar hatibû vede dan.

Piştî zêdebûna aloziyên li Îranê û derzkirina hêza Îsraîl li nav rejîma Îranê de û kuştinên nerohn û mirinên cihê gumanê yên berpirsên Spaha Pasdarana terorîst û bisporên navkî, Spaha Pasdaran di hewla zêdetirkirina kontrola xwe li beyta rehberî, û sîstemên ewlehî de ye.