Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandarê Pawê bi sedema Gendeliya malî û exlaqî li ser kar derxistin

18:07 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2021

Pêka çavkaniyên navxweyî yên Îranê, Fermandarê bajarê “Pawê” Perwîz Îdepûr” ku 8 salan fermandarê Pawê bû bi sedema gendeliya malî û exlaqî ji aliyê hêzên ewlehî ên rejîma Îranê ve li ser kar derxistin.

Çavkanî basa vê yekê dikin ku rêjeya gendeliyên Fermandarê “Pawê” li warê aborî û komelayetî de bi qasekî zêde ne ku heta hindek kesên nêzî wî jî di nav gendeliyên wî de levitîne ku çend kes ji wan hatine binçavkirin.

Çendîn sale ku xelkê bajarê “Pawê” li derheq Fermandarê wî bajarî nerizayetiya xwe nîşan dane lê, berpirsên payebilind ên rejîma Îranê çavpoşî li gendeliyên wî kirine.

Gendeliyên wî berpirsê rejîmê bi qasekî zêde bûne ku heta ragihandinên navxweyî ên girêdayê rejîmê jî bi 10an caran bas ji gendeliyên wî kirine.