Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandarekî Sipaha Pastarên rejîma Îranê li Îraqê de hate kuştin

16:37 - 31 Gulan 2015

Kurdistan Media: Fermandarekî din yê Sipaha Pasdaran yê rejîma Îslamî ya Îranê di şerê bi DAIŞ`ê re di Romadiyê de hate kuştin.

Li gor rapora malpera Kurdistan madia, roja pêncşemî 28`ê gulana 2015`an, fermanderekî leşkerî yê Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamî ya Îranê, li şerê Romadiyê di navenda parêzgeha Enbar a Îraqê de ji aliyê girûpa DAIŞ`ê ve hate kuştin.

Malpera Ferheng news ragehand, yekî din ji fermanderên Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamî ya Îranê bi navê “Casim Nûrî” di şerê li gel dewleta Îslamî “DAIŞ”ê de li bajarê Romadiyê de hate kuştin.

Li gor nûçeya belavbûyî, Casim Nûrî xelkê Xûzistanê ye û yek ji wan fermadarên şerê 8 salî yê navbera Îran û Îraqê de bû.

Nûrî sêyêmîn fermandarê Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê ye ku di destpêka serhildana girûpa DAIŞ`ê li Îraqê de tê kuştin.

Di demên borî de çavkaniyên bawer pêkirî bi “Elerebiya Net” re ragehandibûn ku hejmarek ji hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê ku ji bo şerê bi dijî girûpa dewleta Îslamî, naskirî bi navê DAIŞ`ê cûbûne Kurdistana Başûr, di demên cend rojên borî de li cihê mana xwe de bi sebeba topbarana DAIŞ`ê hatine kûştin.

Vê çavkaniyê di vê derheqê de ragehand, ku ew hêz û leşkerên Sipaha Pasdaranê li parêzgeha Urmiyê bi kincên pêşmergan ve çûbûne şer.