Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandariya bajarê Seqizê gefan ji xelkê dixwe

14:01 - 4 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Navend û îdareyên rejîma Îranê, gefan ji xelkê Kurdistanê dixwn ku, nabe bi xwe, alîkariyan kombikin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, kesên xweşnav, hevwelatiyên bajarê Seqiz û saziyên medenî yên wî bajarî, daxwaz ji fermandariya rejîma Îranê di wî bajarî de kirine da ku, îzin bidin, bi awayekî rasterast û serbixwe alîkariyan bo xelkê zirar berketî kombikin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê  ragehandiye: Ew daxwazkariya xelkê rastî dijberiya Fermandarê îtila`ata rejîma Îranê hatiye.

Fermandarê rejîma Îranê ji xelkê re ragehandiye ku, dibe alîkariyên wekî, kinc û tiştên xwarinê bi navê “Heyva Sor” kombikin û di dawiyê de jî, dibe radestî parêzgarê bajarê Sine bikin û di dawiyê de, ew bixwe didin diyarîkirin ku, bo  kîj bajarî alîkariyên mirovî bişînim.

Ew daxwazkariya ji aliyê karbidestên rejîma Îranê, nehatiye erê kirin, çimkû xelkê Kurdistanê li ser wê baweriyêne ku rejîm van alîkariyên xelkê bo Sûriye û Lubnanê dişîne.