
Kurdistanmedia: Piştî bombebarana deverên çiyayê Kurdistanê yên li roja Yekşemî ku bi vê sedemê jîngeha deverê zirareke zêde dîtiye, û pêşmergeyekî Kurdistanê jî bi awayê sivik birîndar bûye, Biryargeha Hemize ya Spaha Pasdaran, ev yek redkiriye ku wan ev kiryara encam dabe.
Kawe Behramî, fermanderê “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” di nîqaşekê de digel malpera “Kurdistanmedia”yê, derheq topbarana roja borî ya çiyayên Kodo, tevî pêdagîrîkirina li ser berdewamkirina vê êrîşê di vê rojê de ragehand ku: Roja Yekşemî 8`ê Rezbera 1397`an (30`ê Îlonê), Spaha Pasdaran a terorîst ya Îranê, çiyayê ser sînor yê Kodo kire armanca êrîşên xwe, û li gorî gotina navbirî ev çiya li ser sînorê bajarê Pîranşarê hilketiye, û ji aliyê balafirên bê pilot yên komara Îslamî (Pehbad) rastî êrîşa bomberana dijmin hat, û di encama vê bombebaranê de jî binkeyeke leşkerî ya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” rastî vê êrîşê hat, û pêşmergeyek jî bi awayê sivik birîndar bûye.
Rêzdar Behramî, di berdewamiya axavtina xwe ya derheq redkirina nûçeya bombebarana deverên sînorî ji aliyê Birayargeha Hemize ya Spaha Pasdaran de, da xuyakirin ku: Komara Îslamî di vê êrîşê de, ji mûşekên bi qasî 30 Kg ku di sala 2017`an de hatiye çêkirin mifah wergirtiye, û bilî vê jî, hevdem di vê rêkeftê de demjmêr 1:30 paşnîvro rejîmê çiyayên ser sînor yên deverên bajarê Sîdekan û Berbizîn topbaran kir, û xelkê wan deveran jî şahîdê vê kiryara terorîstî ya komara Îslamî ne.
Behramî di berdewamiya axavitina xwe de, derheq sedema redkirina vê nûçeyê ji aliyê rejîmê ve dide eşkere kirin ku: Yek ji wan sedeman ku Spaha Pasdaran a terorîst, ku radigehîne ku me ev bombebrana û topbarana encam nedaye, eve ku kiryara terorîstî ya wan serkevtî nebûye, û bi keyfxweşiyê ve zirara canî tune bûye lê, mixabin zirareke zêde ya malî li jîngeha wê deverê li pey xwe hebûye.
Herwisa navbirî ev yeka jî zêde kiriye ku: Di berdewamiya cinayetên Spaha Pasdaran a terorîst de, deverên çiyayên Berbizîn, sibezûya îro Duşemî jî bi balafirên bê pilot (Pehbad) û topxaneyên rejîmê, hatiye topbaran kirine.