
Kurdistanmedia: Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê belav kir ku hêzên rejîma Îranê ketine ber êrîşa hêzeke şoreşger
Deqa vê agehdariyê bi vî rengî ye:
Êvariya roja Şemiyê 23`ê Pûşperê demjimêr 7:30`ê, hêzeke dijîgelî ya Spaha Pasdaran ko bona azardana xelkê li çiyayê Şaho û quntara Seredere di halê geriyanê de bûn, ketin ber êrîşa hêzeke şoreşger û di vî şerî de du pasdarên rejîma Îranê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Hevdem li gora zanyariyan hêzeke zaf ya Spaha Pasdaran ya rejîma Îranê di vê navçeyê de belav bûne, û cihê bûyerê bi giranî topbaran dikin.