Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê agehdariyek belav kir

12:28 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê derheq dawî çalakiyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê û deskevtên wê agehdariyek belav kir

Deqa agehdariyê weha ye:

Agehdariya Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê

Hêza Pêşmergê Kurdistanê di navçeya “Dol” a Urmiyê civîneke berfireh ji xelkê vê navçeyê re pêk anî, ku digel pêşwaziya germ ya gel berbirû bû.

Di doma çalakî û tekoşînên Hêza Pêşmergê Kurdistanê, roja 6`ê Gelawêja 1397`an Hêza Pêşmergê Kurdistanê di gundê “Nenas” a ser bi navçeya “Dol” a Urmiyê civînek bo xelkê vî gundî pêk anî, ku digel pêşwaziya germ û kêmmînak ya xelkê berbirû bû, û bû cihê kêfxweşiya xelkê û beşdarên civînê. 

Di vê civînê de Pêşmergeyên Kurdistanê derheq Rasanê û xebata nû ya PDKÎ û pîlanên rejîmê ji xelkê re axivîn, û piştre komeke tirakt û wêneyên şehîdan di nava xelkê de belav kirin.

Piştre, pêşmergeyan ew navçe bi cih hêlan, û li ser kar û erkên xwe berdewam bûn.

Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê

09.05.1397