
Kurdistanmedia: Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di derbarê nûtirîn tawana rejîma terorîst a Îranê û tevgera rizgarîxwazî a gelê Kurd de daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
Daxuyaniya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê
Demjimêr 10 û nîvê sibeha 17’ê Xermananê a sala 1397’an a Rojî (8’ê Îlona 2018’an a Zayînî), Komara terorîstî a Îslamiya Îranê bi balafir û mûşekan, baregeh û kampên Hizba Demokrat kirin armanc û bi awayekî berfireh, bombebaran kirin.
Ev kiryara terorîstî a Komara Îslamî a Îranê, binpêkirina serweriya axa Herêma Kurdistanê ye û em ji raya giştî dixwazin li hemberî binpêkariyên rejîma dijî gel a Komara Îslamî derkevin û rê li ber wan bigirin.
Mixabin me weke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di vê kiryara terorîstî de 2 şehîd û 3 birîndar hene.
Emê pişt re hûrgiliyên zêdetir ji bo raya giştî belav bikin
Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê