Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

16:40 - 9 Îlon 2018

Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Kurdistanmedia: Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê derbarê nasnameya şehîdên nû ên gel daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir.

Daxuyanî wiha ye;

Daxuyaniya Dezgeha Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê

Roja 17’ê Xermananê a sala 1397’an a Rojî (8’ê Îlonê a 2018’an a Rojî) di encama êrîşa mûşekan de a bo ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koye, du pêşmergeyên hizbê hatibûn şehîdkirin. Me berê şehîdbûna du kesan ragihandibû û navên wan jî ev in;

-Şehîd “Farûq Hesen Xeyat” ku sala 1365’an a Rojî (Sala 1986’an a Zayînî) li bajarê Bokanê di malbateke niştîmanperwer de ji dayîk bû û piştî derbaskirina qonaxên xwendinê, bawernameya Karnasiya Bilind a Muhendisiya Çandiniyê li zanîngehê stand. Şehîd Farûq, mînaka pêşmergeyekî jêhatî, wêrek û hişyar bû ku karîbû bi jêhatîbûna xwe bibe mamosteyê fêrgeha PDKÎ û weke kadirekî siyasî û nizamî, erkên rasipartî bi başî bicî dikirin.

- Şehîd “Muxtar Qadirpûr” sala 1364’an a Rojî (1985’an a Zayînî) li gundê Tayirboxe ê Seqizê di malbateke geldost de ji dayîk bû. Şehîd Muxtar yek ji wan pêşmergeyên wêrek, jêhatî û dilsoz bû ku bi hemû şiyana xwe kar û erkên hizbî bicî dikirin û bi kiryarên xwe ên şoreşgêrane bibû mînaka pêşmergeyekî baş ji bo hevçeperên xwe. Pişt re wî karî bibe mamosteyê fêrgehê û waneyên siyasî û çekdarî didan fêrxwazên dewreya seretayî a pêşmerge.

Ji alî din ve li gor zanyariyan, roja 19’ê Gelawêja îsal, du pêşmergeyên çeleng û wêrek ên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di şer û pevçûnên Kêleşînê de bi birîndarî ketin dest hêzên terorîst ên Komara Îslamî û di rojên derbasbûyî de hatine şehîdkirin. Navên wan du pêşmergeyên serbilind û qehreman ku heya fîşeka dawiyê jî şer kirin û bi birîndarî hatin girtin, ev in;

-Şehîd “Ehed Şebab” kurê Qadir, xelkê Mehabadê ku sala 1395’an tevlî refên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû.

-Şehîd “Nasir Ezîzî” kurê Xalid naskirî bi Hejar, xelkê Mehabadê bû ku di refên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de xizmeta xak û niştîman dikir.

Em weke rêberiya PDKÎ û Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, ji bo şehîdên 17’ê Xermananê û du şehîdên şerê Kêleşînê sersaxiyê didin hemû xelkê Kurdistanê û malbatên wan şehîdan û xwe hevparê xemên wan dizanin. Ruhê wan şad be. 

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê
18’ê Xermananê a 1397’an a Rojî (9’ê Îlonê a 2018’an a Zayînî)