Serokê Sintkamê, anku sitada fermandihiya Artêşa Amerîka li Rojhilata Navîn û bakûra Afrîqa, got: rejîma Îranê rojane gefan dixe ser Amerîka û hevalbendên wê.
Roja Sêşembiyê Gineral Firank Maikkenzî Serokê Sintkamê di civîna kumîta hêzên çekdare meclisa nûnerên Amerîka de got: Husiyên Yemenî ku ji aliyê rejîma Îranê ve têne piştîvanîkirin, di 4 mehên derbasbûyî de pitir ji 150 êrîşên Mûşekên Balîstîkî û Kurûz û Pehpadî kirine ser binkeyên leşkerî û xeyrî leşkerî û damezrawên sivîl li Erebistanê.
Fermandê Sintkamê digel haydarî dana li derheq cehda rejîma Îranê bi armanca xwe sepandina bi ser Rojhilata Navîn de, tekezî kir ku Îran bona gehîştina bi wê armanca xwe rojane gefê dixe ser Amerîka û hevpeymanên wê û ev kiryarên Îranê, sedemê herî sereke yê tevdanî û alozkirina herêmê ye.
Mikknzy tewî amaje kirin bi wê yekê ku Îran û girûpên terorîstî herwisa gefa herî mezinin bo ser ewlehiya herêmê, got: hebûna hêzên Amerîka jî vedigere bo ser 3 sedeman ku ev jî ewin: şer bi dijî girûpên terorîstiye wekî Elqaîde û Daeşê û herwisa rûbirûbûna di gel kiryarên tevdanî û ne hêmin kirina herêmê ji aliyê rejîma Îranê, û rûbirûbûna digel cehda Çîn û Rûsiyê bi armanca berfirehtir kirina pêgeha xwe li Rojhilata navîn de.