
Fermandê sintkamê ragihand ku gefekî mezin li ser ewlehiya herêmê heye ku ew jî gefa rejîma Îranêye ku pitir ji 40 salane bi kiryarên serxwazaneye xwe, herêm aloz kiriye.
General mek Kînzî, di axivtinekê de li navenda hizriye şêwra netewî a peywendiya Amerîka di gel Ereban, got: “Rejîma Îranê bi karên xwe yên tevdaniyê ne tenê rewşa welatên cîrane xwe têk daye, belkî tenahî gefekî mezine bo ser ewlehiya cîhanê jî”.
Fermandê Sintkamê herwisa got: Rejîma Îranê heçî karekê dike bona geheştina bi armancên xwe ku sepandina hejmonî û îdolojiya xwe di herêmê de ye.
General mek Kînzî got: Rejîma Îranê dehan girûp û rêkxistinên terorîstî di herêmê de bi çek û pere teyar dike.
Rejîma Îranê weke meydana şerê niyabetî mifahê ji xaka welatên weke Îraq, Suriye, û yemenê werdigre.
Ev gotinêt Fermandê Sintkamê di demekê dene ku, deshilatdarên Îranê benda guhartina deshilata serkomarî di Amerîka dene û di ser wê baverêne ku di serdemê deshilata demokratan de, destê wan dê zêdetir beredayî be bona tevdaniya di herêmê de.