Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandê Sinûrparêziya rejîmê di derheq sinûrên Kurdistanê dîsan gef kirin

12:52 - 3 Îlon 2020

Rejîma Îranê bi gef û guran dixwaze binav ewlehiya sinûran biparêze, ewa jî di demekê de ye ku rejîm sebebkarê sereke ye ne hêmin kirina sinûran bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê ye.

Roja Sêşemiyê Ehmed Elî Guderzî fermandê sinûrparêziya rejîmê, serdana çend Hengên ser sinûre parêzgeha Urmiyê kir û bona parastina sinûran careke dinê kevte gefan, wî pastarê terorîst îdia kir ku hêzên sinûrparêze wê Parêzgehê, û di gelê hêzên dinê ye çekdare rejîmê bi amadeyî ya tewaw ve sinûran diparêzin.

Rejîm ku hertim ji dengê rizgarîxwaziya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê be`eciye û bi çavê dijmin bera xwe dide Kurdistan û bê rehmane bi hêcetên curbi cur rojane Lawên Kurd dikujin, ew gotinê wî cinayetkarî dikare destê hêzên Kurd kuj bo kuştina zêdetire kasibkar û Kolberan û kesên nêzîkî ser sinûran dijîn, beredayî tir bike.

Elî Guderzî herwisa îdi`a kiriye ku ewlehiya sinûran ji hatin û çuyîna dijbera parastiye, ku meqseda wî hêza Pêşmergên Kurdistanê ye, ewa jî di demekê deye ku hêza sereke û xwedî biryar û şorişvane Pêşmerge di her derê Kurdistanê heye û her xortekî azadîxwaz pêşmergeyekî Bajare û ji reha pelke guha rejîmê nêzîke.