Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandê Sipaha terorîstî ye Xûzistanê kevte ber tehrîmê

12:28 - 18 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Fermandê Sipaha terorîstî li parêzgeha Xûzistanê bi hegera kuştara xwenîşanderên bajarê mahşehrê, ji aliyê Amerîka we kevte ber tehrîmê.

Brayan Huk berpirsê Girûpa karûbarê dijî Îranê li wezareta Derwe ya Amerîka de, ragihand ku Pasdar Hesen Şahwarpûr fermandê Sipaha terorîst li Parêzgeha Xûzistanê bi hegera dana biryara kuştara xelkê xwenîşander li Bajarê Mahşehrê, kevte ber tehrîma Amerîka.

Wî Pasdarê terorîst li Meha Xezelwerê de fermana tepeseriya bê rehmaneye xwenîşanderên Mahşehrê dabû ku li encamê de tête gotin bi biryara wî, sedan kes hatne kuştin û birîndar kirin.

Sipaha terorîste pasdaran bo tepeseriya xwenîşandana xelkê Mahşehrê li parêzgeha Xûzistanê, Tang û Hilêkuptêr û çekên girane şer bi kar anîbûn.

Ew fermandê terorîst bi hegera komkujiya xwenîşanderan, kevte nava lîstê tehrîmên Amerîka ku ji wergirtina Vîzayê tête bêparkirin û dibe weke cinayetkarekî şer bête dadigehîkirin û hemî heyîya wî li derweyî welat tête zevtkirin.