Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandê Spahê gotiye ger ew balafir nehatiba xistin, dê şer qewimî ba

17:01 - 10 Kanûna Paşîn 2022

Dayîk û bavê 2 kes ji mosafirên balafira “Okrayinê” ku ji aliyê spaha pasdaran tevî 174 kesên din ku di balafirê de bûn û canê xwe ji dest dabûn, di gotûbêjekê de digel rojnameya “Şeriq” dane eşkere kirin ku Fermandê Spaha Pasdaran“Husên Selamî”  gotiye wan: ger ew balafir nehatiba xistin, dê şer degel Amerîkayê qewimî ba.

Du sal berî niha balafira 752 a “Okraynî” ku piştî heyamekê kêm ji firîna xwe li balafirxaneya “Tehran”ê bi 2 mûşekên Spaha Pasdaran hate xistin, û li derheq biarmanc girtin û xistinaxwarêye  bizanebûn a wê balafirê ji aliyê rejîma Îranê ve, dehan car ji aliyê welatên din û malbatên wan qurbaniyan û dijberên Îranê hatiye bas kirin, lê ti car perpirsên rejîmê ew babet bi eşkereyî bas nekirine.

Berê jî civata malbatên qurbaniyên balafira “Okrayn”ê di raporekê de nivîsandibûn ku bi belge vê yekê didine eşkere kirin ku xistinaxwarêye wê balafirê ji aliyê Spaha Pasdaran ve bizanebûn bûye û bo çêkirina mertaleke mirovî bo pêşîgirtin ji êrîşa Amerîkayê hatiye encam dan.

Bi halî jî, berpirsên rejîma Îslamiya Îranê dibêjin ku bi armancgirtina wê balafira “Okraynî” bi sedema şaşîtiyek mirovî bûye, lê parek ji welatên wekî “Okrayîn, Kanada” û hinek  ji çavedêran ew îdiaya rejîma red dikin û dibêjin ku rejîm mijûlê perdepoşkirina sedema serek a wê bûyerêye.