
Kurdistanmedia: Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê derheq cezakirina kirêgirtiyekî rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Nexedê daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê weha ye:
Daxuyaniya Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
Bo agehdariya civatên xelkê Kurdistanê em radigehînin ku di doma kar û çalakiyan û birêvebirina erk û wezîfeyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê, roja 3`ê Pûşperê li bajarê Nexedê kirêgirtiyekî rejîma Îranê bi navê Husên Teymûrbeyg xelkê Peswê ya ser bi bajarê pîranşarê rûniştiyê Nexedê gihîşte cezaya îxanetên xwe.
Navbirî di şerên pêşîn de jî li dijî Hêza Pêşmergê Kurdistanê beşdarî kiriye, û herweha fermandeyekî Hêza Pêşmergê Kurdistanê jî bi navê şehîd Resûl Hacî Ewla bi destên vî caşê rejîmê hate terorkirin.
Hêza Pêşmergê Kurdistanê piştî cezakirina navbirî cihê vê çalakiya xwe bi cih hêlane, û kar û çalakiyên xwe domandine.
PDKÎ
Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
03.04.1397
24.06.2018