
Kurdistanmedia: Derheq şerê çend rojan berî niha yê di navbera Hêza Pêşmergê Kurdistanê û Spaha Pasdaran a rejîma Îranê di navçeya Şinoyê de, Navenda Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Deqa daxuyaniyê weha ye:
Daxuyaniya Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, hevwelatiyên kurdistanê û hemû medyayan agehdar dike ku şeva 18`ê Cozerdana 1397`an şer û pevçûnek di navbera Hêza Pêşmergê Kurdistanê û hêzên Spaha Pasdaran a rejîma Komara Îslamî ya Îranê di Siyakêw a navçeya Şinoyê de rû da, ku di encamê de 9 pasdar hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.
Daxuyaniyên rejîma Komara Îslamî û hinek medyayên din di heyama 24 demjimêrên borî de, gotegota şehîdbûna 7 pêşmergeyan ragehandibûn, lewra di vê derheqê de tevî bi derevderxistina rejîma Îranê, em hemû aliyekî xatircem dikin ku tu zirarek negihîştiye hêza pêşmerge, û pêşmergê Kurdistanê bi silametî erk û wezîfeya xwe domandiye.
Fermandehiya Hêza Pêşmerge
20.03.1397
10.06.2018