
Kurdistanmedia: Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, derheqê ber bi pêşveçûna kar û çalakiyên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” haydariyek ji bo raya giştî belav kir.
Deqa haydariyê wiha ye:
Haydariya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” ji bo xelkên xebatkar yên Kurdistanê!
Hêza Pêşmergê Kurdistanê û xebatkarên navxwe yên PDKÎ di doma kar û çalakiyan de ku, berdewam digel pêşwaziya germ ya xelkên kurdistanê rûbirû bûne, di şevên 27 û 28`ê meha Cozerdana 1397`an de, di gundên weke “Necê” û “Hoye” yên girêdayî devera “Jawaro”yê de civîneke berfireh ji bo xelkê vê deverê li dar xistin.
Her di vê civînê de, Hêza Pêşmergê Kurdistanê îşare bi binpêkirina mafê mirovan di Kurdistanê, û givaşên rejîma dijîgelî di Kurdistan de, li dijî xelkê xebatkar yê Kurdistanê û herwiha îşare bi girtin, lêdan, hepskirin û îşkencekirinê kirin, ku digel pêşwaziya germ û bêhempa ya xelkê vê deverê rûbirû bûn.
Xelkê vê deverê ev serdana hêza Pêşmergê Kurdistanê, girîng nirxandin, û ji bo wan serkevtin hêvî kirin.
Hêza Pêşmergê Kurdistanê di rewşeke baş de, ev xebat û têkoşîna xwe domand.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê